Li Efxanistanê bi mezinahiya 6,3yan erdhej çêbû û 19 kes mirin
Ankara
Li bakurê Efxanistanê bi mezinahiya 6,3yan erdhej çêbû û 19 kes mirin.
Li gorî nûçeya Tolo Newsê, di daxuyaniya Saziya Rêveberiya Afatê ya Neteweyî ya Efxanistanê da hat destnîşankirin ku navenda lerzê ya erdheja li bakurê welêt, parêzgeha Samanganê ye.
Di daxuyaniya li ser hesabê Heyva Sor a Efxan a platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ku navenda wê li Amerîkayê ye da hat diyarkirin ku di erdhejê da 19 kes mirin û 320 kes jî birîndar bûn.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî duh ragihandibû ku li herêma Hulmê ya Parêzgeha Belxê ya li bakurê Efxanistanê, 10 kîlometre di bin erdê da erdhejeke bi mezinahiya 6,3yan çêbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
