Li herêma St. Loûîsa parêzgeha Mîssoûriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di meha tebaxê de Mîchael Brown ji hêla polêsan ve hatibû kuştin û nîqaşên der heqê bûyerê de hê jî di rojevê de ne. Lê li heman parêzgehî xortekî reşik ê din nû bi destê polêsan ve hat kuştin.
Rayedaran diyar kir, li ser rêya North Hanleya Berkeleyê polês derketibûn dewriyeyê û di dema dewriyeyê de ji du kesên ku li îstasyoneke benzînê bûn ketin şikê.
Hat ragihandin ku ji gumanbaran yekî ji polêsan re da debanceyê û li ser vê jî polêsan gule berî wan da. Di gulebarandinê de Antonîo Martînê 18 salî li cihê bûyerê hat kuştin.
Rayedaran got ku di wê aloziyê de gumanbarê din jî xwe ji ber polêsan çep kir û reviya.
Der heqê bûyerê de jêpirsînê dest pê kir û bi hezaran kesên ku li nêzî îstasyona benzînê kom bûn û tundiya polêsên DYAyê protesto kirin.
Li Amerîkayê di meha tebaxê de ciwanekî reşik ê bi navê Mîchael Brown (18) bi destê Darren Wîllson ê ku polês bû ve hatibû kuştin û ji ber vê bûyerê jî gelek çalakî hatibûn lidarxistin.
Juriya li Amerîkayê jî der barê vê bûyerê de biryar da ku ne hewce ye polês Wîllson bê darizandin û ev jî bû sedema zêdebûna çalakiyan.
Welatiyên ku li DYAyê beşdarî protestoyan dibin, dixwazin ku bila tundiya polêsan ji holê rabibe û tevgera polêsan şermezar dikin.