NEW YORK
Li New Yorkê der heqê polêsê ku di dema binçavkirinê de dest kir qirika ciwanê reşik Erîc Garner û bû sedema mirina wî de biryara bêteqîbiyê hat dayîn û bertekên li dijî vê biryarê her ku diçe zêde dibin.
Li DYAyê li ser hev der heqê polêsên ku bersûcên reşik dikujin de biryara bêteqîbiyê û nedarizandinê tê dayîn û evê jî bi xwe re nîqaşên li ser nijadperestiyê anîn rojevê.
Çalakiyên ku bi beşdariya hezaran kesî ve li New Yorkê li Qada Foleyê dest pê kirin. Car caran di navbera çalakvan û polêsan de qirên derket.
Di çalakiyên ku li Qada Timesê dest pê kirin de jî di navbera çalakvan û polêsan de pevçûn derket û gelek çalakvan hatin binçavkirin.
Ji xeynî Washington û New Yorkê li Chicago, Ferguson, Los Angeles û Bostonê jî çalakî hatin kirin.