BEXDA / KERKÛK
Hat ragihandin hejmara kesên ku di êrîşên bibombe yên li paytext Bexda û Kerkûkê qewimîn de mirin derket 37an û 91 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin li bazareke li taxa Es-Sadr a li rojhilatê Bexdayê ya ku piranî şiî li wir dijîn, 2 wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin. Di êrîşê de hejmara kesên ku mirin derket 19yan û 66 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Şorceya Kerkûkê jî wesaîteke bombeberkirî ya ku li ber derê çayxaneyekê sekinîbû hat teqandin. Di wê êrîşê de jî hejmara kesên ku mirin derket 18yan û ya birîndaran jî derket 25an.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihandibûn ku di êrîşên bibombeyî yên li taxa Sadrê qewimîn de 13 û di ya ku li bajarê Kerkûkê qewimî de jî 18 kes mirine.
Li gor agahiyên herî dawîn hejmara kesên di êrîşên bibombe yên ku li Bexda û Kerkûkê qewimîn de mirin derket 37an û 91 kes jî birîndar bûn.