02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
DIYALE
Fermandeyê Hêza Polêsên Wîlayeta Diyaleyê General Casim Se'dî ragihand ku li aliyê bakur berpirsekî DEAŞê û 8 terorîstên din hatine kuştin.
General Casim, di beyannameyeke nivîskî de diyar kir ku Polêsê Diyaleyê bi hevkariya Artêşa Iraqê operasyon birin ser gundê Elî Cûme ku nêzîkî sînorê Selaheddînê ye.
Casim destnîşan kir ku di operasyonê de berpirsê DEAŞê yê bi navê Ebû Telhe û 8 terorîstên din ên rêxistinê hatin kuştin.