Tirkiye

Bi telîmata Serokomar Erdogan ji Iraqê ra alîkariya tenduristiyê tê şandin

İbrahim Atmaca  | 30.06.2020 - Rojanekırın : 30.06.2020
Bi telîmata Serokomar Erdogan ji Iraqê ra alîkariya tenduristiyê tê şandin

Baghdad

 Tirkiye bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Iraqa ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ra têkoşînê dide ra alavên alîkariya tibî dişîne.

Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bal kişand ku şewba Kovîd-19ê tesîreke xerab li ser Iraqê dike û wiha dewam kir, "Li welêt jimara pêketiyan roj bi roj zêde dibe, pergala tenduristiyê ketiye tengasiyê, di peydakirina hin alavên sereke da tengasî heye."

Yildiz daxuyand, ji ber ku li welêt rewş roj bi roj xerab dibe, Wezareta Tenduristî û Hawirdorê ya Iraqê di serî da, rayedarên Iraqî û civatên ku têkiliya wan bi Tirkiyeyê ra hene, bi rêya Balyozxaneya Bexdayê ji Tirkiyeyê alîkarî xwestin û wiha dewam kir:

"Serokomarê Komara Tirkiyeyê Birêz Recep Tayyîp Erdogan weke her car destnîşan kir ku divê em di demên dijwar ên Iraqê da alîkariya cînar, dost û birayê xwe yê Iraqê bikin û di vê çarçoveyê da telîmat da ku digel pêdiviyên Wezareta Tenduristî û Hawirdorê ya Iraqê, daxwazên wilayeta Wasita (Kut) ku têkiliya wê ya dîrokî û hestyarî bi Tirkiyeyê ra heye, Kerkûka ku gelek Tirkmen lê dijîn û Mûsilê jî werin şandin."

- Balafira alîkariyê wê sibê li Bexdayê dayne

Yildiz diyar kir, bi telîmata Serokomar Erdogan tê pêşbînîkirin ku balafira eskerî ya Tirkiye pê alavên alîkariyê dişîne, wê sibê were Iraqê.

Li Iraqê çend rojên dawîn in ku pêketiyên şewba Kovîd-19ê gelek zêde bûne. Li tevahiya welêt heta niha 47 hezar û 151 kes bi Kovîd-19ê ketine, jimara kesên ku pê mirine jî wek 1839 derbasî qeydan bûye.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın