Li rojavayê Qazaxistanê piştî zema LPGyê ya di 2yê Rêbendanê da xwepêşandan hatin destpêkirin. Pey ra xwepêşandan belayî deverên din ên welêt bûn. Serokomarê Qazaxistanê Kasim Comert Tokayev îstifaya hikûmeta wekî berpirsê protestoyan dît, qebûl kir. Ji ber protestoyan li welêt di 5-19ê Rêbendanê da rewşa awarte hat ragihandin.

Qazaxistanê diyar kir, tuşî êrîşa komên terorê yên dereke bû û ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a ku endam e alîkarî xwest. Di bûyeran da di 10 rojan da 225 kes hatin kuştin. Ji ber ku xwepêşandêran avahiyên qamûyê dagir kirin û çek emilandin, rêveberiya Astanayê emrê operasyonê da hêzên ewlekariyê. Ji ber bûyeran qedera 10 hezar kesî hatin binçavkirin.

Li eyaleta Karnatakayê ya Hindistanê qedexeya şalpeyê ya demeke dirêj e tê cîbicîkirin, di 1ê Rêbendanê da piştî ku xwendekarên Misilman ên Dibistana Bilind a Jinan a Udupiyê bi şalpeyê ketin dersan, nîqaşan li ser dest pê kir. Ji ber ku li Karnatakayê xwendekarên qîzîn ên Misilman ên din jî bi şalpeyê ketin dersan, xwendekarên Hindû bertek nîşan dan û bi şalên reng safran ketin dersan. Rêveberên dibistanan, peywirdarên hikûmetê, xwendekar û malbatên li Udupiyê di 19ê Rêbendanê da civînek kirin, lêbelê li hev rûneniştin. Li ser vê yekê 5 xwendekarên qîzîn li dervayî dibistanê dest bi protestoyan kirin.

Hikûmeta eyaletê di 26ê Rêbendanê da panela pispor damezirand û xwest heya nêrîna panelê eşkere bibe, xwendekar li gorî rêgezên unîformayê tevbigerin û bêşalpe biçin dibistanê. Xwendekaran di 31ê Berfanbarê da serî li Dadgeha Bilind a Karnatakayê dan û diyar kirin, şalpe mafekî bingehîn e ku destûra Hindistanê dide. Dadgehê ragihand, heya biryar eşkere nebe, çûyîna dibistanan a bêşalpe nemumkin e. Serokê dadgehê her wisa dîrektîf da peywirdaran ku perwerdeya ji ber rageşiya şalpeyê rawestiya, cardin bidome. Dadgeha bilind ji ber nêrîna cuda ya du dadgeran, di nava xwe da li ser şalpeyê ket nakokiyê.

Derket holê, nivîsbariya sîxur Pegasus a ji hêla NSO Group ku şîrketeke ewlekariya sîberê ya Îsraîlî ye hat berhemanîn, bêyî ku agahiya bikarhêneran jê hebe, li çaraliyê dinyayê têlefon guhdarî kirin, deng qeyd kirin, e-poste şopandin û ji têlefonan wêne kişandin. Hat îdiakirin li Azerbaycan, El Salvador, Fransa, Îngiltere, Polonya, Macaristan, Hindistan, Qazaxistan, Ruanda, Fas, Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Filistin û Urdinê gelek kes bi nivîsbariya sîxur Pegasusê hatin şopandin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn di 24ê Sibatê da ragihand, wan di 24ê Sibatê da "operasyona eskerî ya taybet li dijî Donbasa li rojhilatê Ukraynayê" da destpêkirin. Bi vî awayî şerê Rûsya-Ukraynayê dest pê kir. Li Ukraynayê rêvebirina awarte û seferberiya giştî hat ragihandin.

Gelek welatan ji ber midaxaleye eskerî ya ku Rûsyayê bir ser Ukraynayê bertek nîşan dan û li dijî Rûsyayê mieyîdeyan kirin rewacê, welatiyên xwe ji wê derê derxistin û dîplomatên Ûris jî dersînor kirin. Pûtîn di serî da karsaz û siyasetmedarên Ûris ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê û hin welatan di lîsteya mieyîdeyan da di rêzên ewil da cî girtin û rêveberiya Moskofê jî berdêl kir û bi heman awayî li hemberî wan welatan mieyîde kir rewacê û dîplamatên wan dersînor kir. Lîderên NATOyê yên ku di lûtkeya deresayî da hatin cem hev û "hewla bi rêk û pêk a dagirkirinê" ya Rûsyayê ya li hemberî Ukraynayê şermezar kirin. Federasyona Rûsyayê pêşnûmaya biryara ku di 26ê Sibatê da li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî êrîşên li ser Ukraynayê şermezar dikir û hatibû qebûl kirin, red kir.
Di hilbijartina serokomariyê ya ku li Fransayê hat kirin da ji 12 namzedan tu kesî di merheleya ewil da ji sedî 50 rayên bo qezenckirinê têr dike, hilnedan. Di tura ewil da Serokomar Emmanuel Macron û tundrawa rastgir Marîne Le Pen a bi ser ketin û herdu di tura duyemîn a 24ê Nîsanê hat kirin da pêşbaziyê domandin. Macron ji sedî 58,54ê rayan hilda û ji nû va bû serokomar.

Li seranserê dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 500 milyonî derbas bû û alema Îslamê ya ku ev du sal bû li mizgeftan bi cimaetî nimêj nedikirin bi hatina meha remezanê û hildana tewdîran va nimêja terewîhê bi cimaetî kirin.
Polêsên Îsraîlê tundiya li hemberî Filistîniyan zêde kir û ji ber ku bi ser Mescîda Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî da digirt zêdetirê 180 kes birîndar bûn. Filistîn, Urdun, Misir û Cezayir jî di nav da gelek welatan bi serdegirtinên Îsraîlê şermezar kirin û li gelek welatan Misilmanan ew tevger protesto kirin. NYyê di daxuyaniya weşand da ragihand ku artêşa Îsraîlê di meha nîsanê da li Şerîaya Rojava 19 Filistînî kuştiye.
Srî Lankaya ku di nav qeyraneke aboriyê da ye cara ewil deynê xwe di qewlê kifş kiribû da neda û top avêt. Li welêt dijî hikûmetê xwepêşandan hatin kirin û Wezareta Parastinê jî telîmat da artêşê ku di dema çalakiyan da kê zirar da mal û milk û kesan bila gule berî wan bidin.

Di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê da ji bo Swêd û Fînlandiya bikaribin bibin endamên NATOyê û der heqê pêvajoyê da li pêş lîderên hersê welatan memorandûma sêalî hat îmzekirin.

Li Paktîkaya wîlayeta Efxanistanê di erdhêja çêbû da 1150 kes mirin û herî kêm 1600 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin di erdhêjê da herî kêm nêzî 3 hezar mal hilweşiyan û yan jî zirarareke mezin dîtin.
Elîzabeth a 2yemîn a Keybanûya Îngitereyê di Kelha Balmoralê ya li Îskoçyayê da di 96 saliya xwe wefat kir. Ji ber mirina wê li hin welatan şîn hat îlankirin.

Piştî mirina wê kurê wê Charlesê 73 salî derbasî ser text bû û bu Qralê Nû yê Îngiltereyê.
Li Japonyayê di heyameke ku seba Meclisa Payebilind behsa hilbijartinê dihat kirin da serokwezîr Şînzo Abe di 8ê Tîrmehê da li bajarê Narayê seba piştgiriya kampanyaya hilbijartinê ya namzedê Partiya Demokrat a Lîberal di çalakiya derva da axivî û wê kêliyê rastî sûîqestê hat û gule li singê wî ket. Abe giran birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, lê li nexweşxaneyê mir. Seba Abe di 27ê Îlonê da merasima cinaze ya fermî hat lidarxistin. Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî tê da nêzî 700 delegasyonên biyanî beşdarî merasima cinaze bûn.

Li Tehrana paytextê Îranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûbergan binpê kir" hat binçavkirin û paşê ketibû komayê. Li ser vê yekê Emînî rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê ne tenê li welêt, li gelek şehrên dinyayê bûbû sedema protestoyan. Li Îranê bi mehan protestoyan dewam kir, bi sedan kes hatin kuştin, birîndar bûn an jî hatin binçavkirin.

Di dewreke ku ji ber guherîna av û hewayê tengasiye hilberîna genim rû daye da şerê Ukraynayê derket û krîza genim zêdetir bû. Tirkiye, Ukrayna, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî (NY) di 22yê Tîrmehê da peymana sewqkirina dexl û den çêkir û bi saya peymanê keştiya ewil di 1ê tebaxê da ji Bendera Odessayê bi rê ket û gelek welat û rêxistinên navneteweyî pê kêfxweş bûn.
Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî û heyeta Kongreyê ya pê ra Tayvan ziyaret kir û Çînê ji ber vê ziyaretê bertek nîşan da. Ji ber ku Çîn Tayvanê wekî perçeyeke axa xwe dibîne daxuyanî da û wiha got, "(Ziyareta Tayvanê ya Pelosiyê) Ev kirin bi qasî ku meriv bi agir bileyîze, ew qas talûke ye. Kesê ku bi agir bileyîze xwe dişewitîne." Piştî ziyaretê Çînê li derdora giravê bi sîlah û muhîmatên rastîn tetbîqat kirin.
Piştî kuştina Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî, Ebû el-Hassan el-Haşimî el-Qureyşî bû pêşengê DEAŞê. Amerîkayê daxuyand ku Ebû el-Hassan el-Haşimî el-Qureyşî jî hat kuştin.
Li Seula paytextê Koreya Başûr di çalakiyên Cejna Cadûyan da îzdiham çêbû û 156 kes mirin.
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ragihand ku ji 15ê mijdarê pê va nifûsa dinyayê derket 8 milyarî. Li gor texmîna UNFPAyê nifûsa dinyayê wê di 2030î da derkeve 8,5 milyarî, 2050î da derkeve 9,7 milyarî, 2100î da derkeve 10,4 milyarî.
Xwîna ku zanyarên bajarên Bristol, Cambridge û Londraya Îngiltereyê di laboratuvarê da çêkir, di çarçoveya xebatên klînîkê da cara ewil neqlî merivekî kirin.
news_share_descriptionsubscription_contact


