Hat ragihandin, li dijî konsolosxaneya Amerîkayê li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê êrîşa fuzeyê hat kirin.
Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav di daxuyaniya xwe ya da çapemeniya herêmî Rûdawê da diyar kir ku li dijî konsolosxaneya Amerîkayê "êrîşa terorê" hat kirin.
Xoşnav diyar kir ku êrîş bi fuzeyan hat kirin, piştî êrîşê hêzên ewlekariyê ketin amadebaşiyê.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ragihand ku di êrîşê da kuştî û birîndar tunene.
Şaxa Dijî Terorê ya HKIyê daxuyand ji dervayî Iraqê bi 12 moşekan va êrîşî Hewlêrê hat kirin
Şaxa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand ji dervayî Iraqê bi 12 moşekên balîstîk va êrîşî Hewlêrê hat kirin.
Şaxa Dijî Terorê li ser hesabê Facebookê der barê êrîşê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin paytext Hewlêr ji dervayî Herêma Kurdistanê û Iraqê bi moşekên balîstîk va rastî êrîşî hat.
Hat gotin kes nemiriye, êrîş ji aliyê rojhilatê va hatiye rêvebirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin êrîş şev di saet 01.00î da hatiye kirin, hedefa 12 moşekan taxeke li aliyê Konsolxaneya Amrîkayê ya Hewlêrê bû.
Ji Serokwezîrê Iraqê Kazimî daxuyaniya "Êrîşa Hewlêrê ewlekariya gelê me kir armanc"
Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî diyar kir, êrîşa li Hewlêrê ewlekariya gel kir armanc û got ku ew ê lêkolînên li ser mijarê bidin destpêkirin.
Kazimî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Êrîşa dijî bajarê ezîz Hewlêrê û tirsandina şêniyên wê, êrîşa dijî ewlekariya gelê me ye."
Kazimî destnîşan kir ku wî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî ku jê ra got "birayê min", li ser mijarê xeberda û wiha got, "Hêzên me yên ewlekariyê dê li ser vê êrîşê lêkolînan bike. Em ê li dijî wan êrîşan bisekinin ku ewlekariya bajarên me û silametiya gelê me dikin armanc."
Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav di daxuyaniya xwe ya dabû çapemeniya herêmê da diyar kiribû ku li dijî konsolosxaneya Amerîkayê "êrîşa terorê" hat kirin.
Xoşnav diyar kiribû ku êrîş, êrîşa terorê ye û bi fuzeyan hat kirin û her wiha piştî êrîşê hêzên ewlekariyê ketin amadebaşiyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî êrîşa terorê ya dijî Hewlêrê şermezar kir.
Barzanî li ser hesabê Twîtterê ya hikûmeta HKIyê der barê êrîşê da daxuyanî da û wiha got: "Hewlêr dijî tirsonekan serî natewîne. Ez êrîşa terorê ya dijî Hewlêrê şermezar dikim."
Barzanî got bila gelê Hewlêrê dilaram be û guh bide telîmatên hêzên ewlehiyê.
Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav daxuyandibû dijî Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê êrîşa terorê hatiye kirin.
Xoşnav gotibû ev êrîşa terorê bi moşekan va hatiye kirin, piştî êrîşê li bajêr hêzên ewlehiyê dixebitin.
HKIyê ragihand di êrîşa fuzeyê ya dijî Hewlêrê da welatiyek bi sivîkî birîndar bû
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand, di êrîşa fuzeyê ya dijî Hewlêrê da welatiyek bi sivîkî birîndar bû.
Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê der heqê êrîşa fuzeyê ya dijî Hewlêrê da daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, di encama êrîşê da di hin bîna û malan da xesar çêbû, lê ziyana canî çênebû. Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê da welatiyek bi sivîkî birîndar bû.
Di daxuyaniyê da her wisa hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê der heqê êrîşê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Dezgeha Antî-Terorê ya HKIyê ragihandibû ku ji dervayî Iraqê li dijî Hewlêrê bi 12 fuzeyên balîstîk êrîş hat kirin.
Berpirsê Çapemeniyê yê Peywendiyên Derva yê HKIyê Lawik Xefûrî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha gotibû, "Îşev bi gelek fuzeyan li dijî Hewlêrê êrîş hat kirin û tu fuzeyek li konsolosxaneya nû ya Amerîkayê ya ku înşeata wê li Hewlêrê didome neket. Lêbelê qadên li dewrûbera binkeyê bi fuzeyan hatin lêdan."
Li gorî nûçeya "Kurdistan 24"ê ku navend Hewlêr saziyeke weşanê ye, ji ber fuzeyên ku li nêzîkî kanalê ketin, xesar çêbû.
Hatibû ragihandin ku geştên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bi awayekî asayî berdewam in.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê êrîşa moşekan a ku li dijî konsolosxaneya wan a Hewlêrê hat kirin, şermezar kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, di êrîşê da tiştek bi kesî nehat û zirar negihîşt konsolosxaneyê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê der heqê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin û ev "êrîşa tirsnak" û bûyera tundî hat şermezarkirin.
Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav jî daxuyanî dabû û gotibû ku êrîşa moşekan a li dijî konsolosxaneya Amerîkayê, "êrîşa terorê" ye, piştî bûyerê li bajêr hêzên ewlehiyê ketin dewrê.
Hat îdakirin êrîşên dijî Hewlêrê ji hêla Îranê va hatiye kirin
Hat îdiakirin êrîşên dijî Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji hêla Îranê va hatiye kirin.
Li gor nûçeya rojnameya The Wall Street Journalê ya ku xwe dispêre gotinên rayedarekî Amerîkî, moşekên nêzîkî avahiyê Konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ketin dibe ku karê Îranê be.
Di nûçeyê da hat gotin tu kes nemir û birîndar nebû, rayedar fêm nakin ku ka di vê êrîşê da çi hedef hatiye girtin.
Hat destnîşankirin li Iraqê milîsên Îran piştgiriya wan dikin di demên dawîn da bi drone û moşekan va êrîşan dikin, lê êrîşên wiha yên ji axa Îranê tên kirin kêm in.
Şaxa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyandibû ji dervayî Iraqê bi 12 moşekên balîstîk va êrîşî Hewlêrê hat kirin.
Şaxa Dijî Terorê li ser hesabê Facebookê der barê êrîşê da daxuyanî dabû.
Di daxuyaniyê da hatibû gotin paytext Hewlêr ji dervayî Herêma Kurdistanê û Iraqê bi moşekên balîstîk va rastî êrîşî hatiye.
Hatibû gotin êrîş şev di saet 01.00î da hatiye kirin, hedefa 12 moşekan taxeke li aliyê Konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ye.
Îdiaya hedefa êrîşa Hewlêrê "Dezgeha îstixbarat û ewlekariyê ya Îsraîlê ya li bajêr" bû
Hat îdiakirin, hedefa êrîşa bi fuzeyan a dijî bajarê Hewlêrê yê Iraqê "Dezgeha îstixbarat û ewlekariyê ya Îsraîlê ya li bajêr" bû.
Di nûçeya têlevîzyona "Al Mayadeen" ya nêzîkî Hizbullaha Libnanê da hat îdiakirin, hedefa êrîşa dijî Hewlêrê, dezgeha îstixbarat û ewlekariyê ya Îsraîlê ya li wir bû.
Dezgeha Antî-Terorê ya HKIyê ragihandibû ku ji dervayî Iraqê li dijî Hewlêrê bi 12 fuzeyên balîstîk êrîş hat kirin.
Hesabên medyaya civakî yên milîsên Şîe yên ku li Iraqê ne lê nêzîkî Îranê ne û her wiha çapemeniya Îranê di 13ê Nîsana 2021ê da îdia kiribûn ku li bakurê Iraqê baregeha Îsraîlê bû armanc.
Berdevkê Hikûmeta HKIyê Cotyar Adil jî diyar kiribû, îdiayên dibêjin "Di nava sînorên HKIyê da baregeha servîsa îstixbarata Îsraîlê Mosadê bû armanc" derew in. Adil wiha gotibû, "Berê jî em rûbirûyî wan îthaman bûn ku li HKIyê baregeha Îsraîlê heye. Li gorî me ev nûçe û îtham bêbingeh in, armanca wê jî hewla komployê ya li dijî herêma me ye."
Mîsyona Alîkariyê ya Iraqê ya NYyê êrîşa dijî Hewlêrê şermezar kir
Mîsyona Alîkariyê ya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) êrîşên dijî Hewlera paytexta Herêma Kurdistana Iraqê şermezar kir.
Li ser hesabê Twitterê ya UNAMIê der barê êrîşên dijî Hewlêrê da daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "UNAMI êrîşên moşekê yên dijî Hewlêrê bi tundî şermezar dike. Iraqî li hemberî her cure çalakiyên dijî desthilatiya welêt û yekîtiya axê tên kirin û hewl didin zirarê bidin îstiqrar û yêkîtiyê divê yek bin. Divê ji failên vê êrîşa tirsonek hesab bê pirsîn."
Şaxa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyandibû ji dervayî Iraqê bi 12 moşekên balîstîk va êrîşî Hewlêrê hat kirin.
Şaxa Dijî Terorê li ser hesabê Facebookê der barê êrîşê da daxuyanî dabû.
Di daxuyaniyê da hatibû gotin paytext Hewlêr ji dervayî Herêma Kurdistanê û Iraqê bi moşekên balîstîk va rastî êrîşî hatiye.
Hatibû gotin êrîş şev di saet 01.00î da hatiye kirin, hedefa 12 moşekan taxeke li aliyê Konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ye.
news_share_descriptionsubscription_contact


