HEWLÊR
Ji ber ku milîtanên DÎŞIya rêxistina terorê dîsa êrîşan dikin, hejmara pêşmerge, çek û wesaîtên leşkerî yên der û dora Hewlêrê hatin zêdekirin.
Kozikên milîtanên DÎŞIyê 100 kîlomêtre dûrî Hewlêrê ne û DÎŞIyê di 9ê rêbendanê de êrîşî pêşmergeyan kir û gelek pêşmerge di vê êrîşê de mirin. Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî li ser vê yekê dest bi tevdîran kir.
Piştî tevdîrên li navçeya Mexmûrê û nahiyeya Guwerê, li nahiyeya Hazirê, ku 50 kîlomêtre dûrî Hewlêrê ye, jî tevdîr hatin dîtin. Li gundê Hesen Şamê jî hejmara pêşmergeyan zêde kirin. Ji pêşmergeyan re çekên giran ên nû û wesaîtên bizirx hatin şandin.
Fermandarê Hêzên Zerevanî (Yekîneyên Taybet ên HKIyê) yên li herêmê Mehmûd Ehmed Geldî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo êrîşên DÎŞIyê destê wan li ser tetikê ye û wiha pê de çû: "Vê gavê rewşeke talûke tuneye. Lêbelê kes nizane ku DÎŞI wê kêngê çi bike. Ji ber vê çendê 24 saetan destê me li ser tetikê ye. Çekên giran ên nû ketin destê me. Lê bi qasî çekan wêrekî jî girîng e. Em ji bo parastina gelê xwe amade ne ku rihê xwe bidin."
Mûsila ku duyemîn bajarê welêt e, ji 10ê hezîrana 2014an û vir ve di destê DÎŞIyê de ye. Ev yek ji bo Hewlêrê weke tehdîteke mezin tê dîtin. Di meha tebaxa 2014an de 45 kîlomêtre mabû ku DÎŞI bikeve Hewlêrê. Wê çaxê balafirên şer ên Amerîkayê li navçeya Mexmûrê DÎŞI dabû sekinandin. DÎŞI ji wê demê û heta niha vekişiya bû û parastin dikir, lê ev çend roj in ku DÎŞI rewşa hewayê jî wek firsend dibîne cardin êrîşî pêşmergeyan dike. Her çend hêz û quweta DÎŞIyê kêm bibe jî, cardin bi taktîkên gerîllayan û bi êrîşên xwekijiyê ve leşkerên Iraqê û pêşmergeyan dikuje.