04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
PEKÎN
Li eyaleta Şanşîna bakurê Çînê di şewata daristanê de 4 kes mirin.
Ajanasa Şînhuayê ragihand ku ji bo şewata li navçeya Tayguyê bê vemirandin tîmên agirkujiyê çûn cihê bûyerê. 4 kesên ji tîma agirkujiyê dema agir divemirandin mirin.
Di lêpirsînê da hat ragihandin ku şewat ji ber pereyên sembolîk ku ji bo Cejna Miriyan (Çingmingcie) hat şewitandin derket.
- Kesê ku agir bi pereyan xist hat binçavkirin
Çînî di cejna miriyan da derin ser mezelên merivên xwe û mezelan paqij dikin û nivîsên wan ji nû ve dinivîsînin. Kesên tên ser mezelan kulîlka datînin û rêzên xwe nîşanî bav û kalên xwe didin. Li gorî baweriya wan ji bo mirî li dinya wî alî birçî û bêpere nemînin xwarin û vexwarinê tînin ser mezelan û pereyê qaxiz û buxurê vêdixin.