Abdullah Tel
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Çînê di tesîseke madeyên kîmyayî lê tên çêkirin da teqîn pêk hat û herî kêm 19 kesan can da.
Ajansa nûçeyan a Şînhuayê ragihand ku li tesîsa aîdê Şirketa Teknolojiyê ya Yibin Hengdayê ku li Herêma Pîşeyî ya Yangçunê bû ji ber sedemeke nediyar teqîn çêbû.
Di teqîna li tesîsa ku ji bo endûstriya derman û xurek madeyên kîmyayî çêdikir da li gor tesbîtên ewil 19 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku agirê bi tesîsê ketibû hat vemirandin û tedawiya birîndaran jî dest pê kir.
Polêsan ji ber bûyerê dest bi lêpirsînê kir.