İbrahim Atmaca
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
CHICAGO
Li Amerîkayê ji bo parastina zarokên penaberan ên ku bi rêya dereqanûnî çûne Amerîkayê bernameya Çalakiya Ji bo Kesên ku di Zarokatiya Xwe da Hatine (DACA) tê amadekirin. Bi sedan kesên ku dixwazin beriya dawiya salê ev bername were vesazkirin li Chicagoyê xwepêşandan kir.
Di raya giştî ya Amerîkayê da zarokên penaberên dereqanûnî wek "xeyalperest" tên zanîn. Piraniya zarokên penaberan ji bo xwepêşandanê li Meydana Plazaya Federal civiyan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha gotibû ku ew ê DACAyê betal bike. Ji bo ku der heqê DACAyê da verastkirin beriya dawiya salê were kirin, xeyalperest hewl didin ku li giştiyê welêt raya giştî çêkin. Li Chicagoyê hedefa xeyalperestan Plazaya Federal e ku tê da ofîsên Senatorên Illinoisê Tammy Duckworth û Richard J. Durbin hene.
Her çend polêsan li ber derî tevdîra ewlehiyê hildabû jî grûba xeyalperestan ketin hindur, ji ber ku destûr nehat dayîn ew derkevin cem senatoran, wan jî li lobiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Ji ber ku polêsan hişyarî da wan ku wê wan binçav bikin û dersînor bikin, xwepêşnadêr derketin dervayî plazayê û protestoya xwe li derva dewam kirin. Xwepêşandêran duruşmeyên wek "Xeyal tunebe, lihevkirin jî tuneye" û "Em hemû yek in, em ê hevdu biparêzin" berz kirin.
Grûb piştî xwepêşandanê bê bûyer belav bû.