Önder Beyter
18 Sibat 2019•Rojanekirin: 19 Sibat 2019
SRÎNAGAR
Li Camû Keşmîrê ku di kontrola Hindistanê da ye, hêzên ewlekariya Hindistanê û berxwedêrên serxwebûnxwaz bi hev çûn û di encama pevçûnê da 4 esker hatin kuştin, esker û sivîlek jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ewlekariya Hindistanê da hat destnîşankirin, hêzên ewlekariyê îro destê sibê li ser îxbara ku milîtanan xwe lê veşartine, li başûrê paytext Srînagarê li herêma Pulwamayê gundek dorpêç kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, li gund gava lêgerîn dihat kirin, li dijî hêzên ewlekariyê gule hatin agirkirin û li ser vê yekê pevçûn derket. Di encamê da 4 eskerên ku di navê da bînbaşiyek jî heye hatin kuştin, esker û sivîlek jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin, rewşa birîndarên rakirin nexweşxanyê ne baş e û şerê li gund bi dawî bû, lêbelê fealiyetên hêzên ewlekariyê yên lêgerînê berdewam in.
Li Camû Keşmîrê roja pêncşemê li dijî konvoyeke eskerî bi wesayîteke bombebarkirî êrîş hatibû kirin û di êrîşê da ji 40î zêdetir esker hatibûn kuştin.
Der heqê bûyera navborî ya ku li herêmê heta roja îro wekî bûyera herî xwînî ketibû nava qeydan da meqamên Hindistanê cîranê xwe Pakistan tawanbar kiribû û gefa tolhildanê xwaribû.
- Kêşeya Keşmîrê
Îngiltere di sala 1974an da dema ji Hindistanê derket wê demê Keşmîr bi mîrîtiyê dihat birêvabirin û di mijara hilbijartina alî da ew serbest hişt. Keşmir jî ji Hindistan û Pakistanê kîjanî bixwesta dikaribû derbasî wî aliyî bibe. Mîrektiyên wê demê bi piranî li gor nijad û baweriyên xwe aliyên xwe hilbijartin û Mîrê Cammû Keşmîrê yê wê demê di cotmeha sala 1947an da Keşmîra ku ji sedî 90 xelqê wê misilman bû da ser Hindistanê. Gelê misilman ê Kaşmîrê jî li dijî vê biryarê derket û li ser vê jî Pakistanê eskerên xwe şand herêmê. Li ser vê di navbera herdu welatan da cara ewil şer di sala 1947an da derket. Herwiha di navbera herdu welatan da ji ber heman sedemê cardin di 1965 û 1999an da şer derket.
Niha ji sedî 45ê herêma Keşmîrê di bin kontrola Hindistanê da, ji sedî 35ê wê di bin kontrola Pakistanê da û ji sedî 20 jî di bin kontrola Çînê da ye. Qismê Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê da ye bi navê "Keşmîra Azad" û qismê ku di bin kontrola Hindistanê da ye jî bi navê "Cammû Keşmîr" tê zanîn. Li Hindistanê misilman herî zêde li herêma "Cammû Keşmîr"ê ne.
Di sala 1948an da Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryarek da ku bila li herêma Keşmîrê esker nemînin û li herêmê referandum bê kirin. Hindistanê Keşmîra di bin kontrola Pakistanê da wek axa xwe îlan kir lê Pakistanê û şêniyên Keşmîrê jî xwestin ku referanduma KENY wek heqek dabû bê sepandin.