Li Cammu Keşmîrê dijî noqteya eskerî êrîş
Pakistanê daxuyand ku eskerên Hindû li herêma Cammu Keşmîrê êrîş birine ser xeta kontrolê ya wan eskerî û di êrîşê da eskerekî wan hatiye kuştin
Ankara
Pakistanê daxuyand ku eskerên Hindû li herêma Cammu Keşmîrê êrîş birine ser xeta kontrolê ya wan eskerî û di êrîşê da eskerekî wan hatiye kuştin.
Berdevkê Artêşa Pakistanê Tumgeneral Asîf Ghafoor li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û wiha got: "Eskerekî me yê wêrek yê vî welatî dema li xetê wezîfe dikir hat kuştin."
Ghafoor diyar kir ku eskerê wan ji hêla eskerên Hindû va hat kuştin.
Duh li Xeta Kontrola Cammu Keşmîrê di navbera hêzên Pakistan û Hindistanê da pevçûn derketibûn. Di pevçûnan da 5 eskerên Hindistanê, 3 eskerên Pakistanê û 2 sivîl hatibûn kuştin.
Hindistanê 5 tebaxê xala 370yî ya Qanûna Bingehîn a 50 sal e statuya cuda dide Camû Keşmîrê betal kiribû û taybetiya herêmê rakiribû.
Ji ber vê meseleyê di navbera herdu welatan ev demek e rageşî heye. Hindistanê bi hezaran esker şandine herêmê û tedbîrên berfireh hildane.