Haydar Şahin
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
PEKÎN
Li Şaanşiya eyaleta Çînê ji ber ku 109,78 milyon yuan (15,8 milyon dolar) gendelî kiriye cezayê hepsa hetahetayê dan rayedarekî berê yê herêmî.
Li gor xebera rojnameya Chîna Daîlyyê, Vey Mîncouyê Alîkarê Serokê Kometaya Daîmî ya Kongreya Gel a Eyaleta Şaanşiyê yê berê li Çuncouya bajaroka Hunanê derkete pêşiya dadger, ji ber ku gendelî kiriye cezayê hepsa hetahetayê xwar.
Dadgehê diyar kir ku Vey di navbera salên 1996 û 2017an da meqamê xwe emilandiye û qezenca neheq bi dest xistiye, biryar da ku xêncî hepsa hetahetayê heqên wî yên siyasî jî destê wî werin girtin, dest bidine ser mal û milkên wî.
Li welêt ji bo kesên tevlî gendeliyê dibin cezayê hepsa hetahetayê an jî dardakirina paşdaavêtî tê dayîn.
Şî Cînpîngê Serokê Çînê di sala 2012an da dema hat ser wezîfeyê gotibû ku ew ê "koka gendeliyê biqelîne" û hişyarî dabû ku bira ji burokratên payeblind bigrin hetanî yên asta binî her kes ji gendeliyê dûr bisekine. Şî Cînpîng gotibû ku gendelî ji bo partiyê tehdîdeke mezin e.
Li Çînê meha borî Cang Şaoçunê Alîkarê Wezîrê Darayiyê yê berê ji ber gendeliyê hatibû girtin, der barê Ming Hongveyê Serokê Teşkîlata Polêsan a Navneteweyî (Interpol) jî ji ber heman sûcî lêpirsîn dabûn destpêkirin.