Li Çînê di encama baranên gur da 30 kes mirin

Ankara
Li Çînê ji ber lehî û afatên ku di encama baranên gur da çêbûn, li gorî tesbîtên berahî 30 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Tora Televizyonê ya Kurewî ya Çînê (CGTN) li Pekîna paytext baranên gur bandora neyênî li jiyanê dike.
Li gorî daneyên fermî ji ber lehî û afatên ku di encama baranên xurt da çêbûn, li herêna Miyunê 28 kesan, li herêma Yançingê jî 2 kesan canê xwe ji dest da.
Ji ber barana ku bê navber didome, rêbejan zirar dît, li hinek herêman jî pirsgirêkên elektrîkê çêdibin.
Li bajêr hewlên ji bo kontrolkirina lehiyan berdewam in. Xebatên lêgerînê ji bo yên wendayî didomin. Ekîbên rizgarkirinê û kelûpelên alîkariya afatê sewqî herêman kirin.
Heta niha 80 hezar 332 kes hatine texliyekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.