29 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2015
PEKÎN
Rêveberiya Pekînê bi biryara ku îro hilda va polîtîkaya "zarokekî" ya li welêt guherand.
Di xebera ajansa Şînhuayê da hat diyarkirin ku bi biryara Partiya Komînîst a Çînê (PKÇ) ya ku îro hilda va êdî welatî dikarin bibin xweyê 2 zarokan.
Serokên PKÇyê îro li Pekîna paytex ji bo reformên aborî û civakî yên di navbera salên 2016 û 2020î da eşkere bikin civiyabûn.
Di kongreya Partiya Komînîst a Çînê ya ku di mijdara 2013an da hatibû kirin da polîtîkaya zarokekî ya ku bi salan e dewam dike hatibû nermkirin. Li gorî vê heke ji hevseran yek bi tenê zareke malbatê be dikare bibe xwediyê 2 zarokan.
Polîtîkaya "zarokekî" ya li Çînê ji bo nifûsê welêt ê ku zehf zêde dibe hildin bin kontrolê di sala 1980yî da xistibûn rewacê û malbatên ku li bajar û bajarokan dijîn encax dikaribûn bibûn xwediyê zarokekî tenê. Malbatên ku li gundan dijîn jî heke zaroka wan a ewil qîz bûya dikaribûn bibûna xwediyê zaroka duduyan."