Nihat Kavşut
11 Hezîran 2020•Rojanekirin: 12 Hezîran 2020
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber Kovîd-19ê hezar û 274 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 39 hezar û 680yî.
Li gor daneyan 32 hezar û 913 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derketiye 772 hezar û 416an.
Li gor agahiyan hejmara kesên heta niha baş bûne jî derketiye 325 hezar û 395an.