Fatih Gazioğlu
23 Mijdar 2019•Rojanekirin: 23 Mijdar 2019
Serdozgeriya Bolîvyayê der barê Evo Moralesê Serokê berê bi îdiaya ku "piştgirî daye terorê û dixwaze hikûmeta berxwet daxe" lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor nûçeyên li çapemeniya welêt derketin, Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Zagonsaziyê ya Pirnetewe (ALP) wekî seroka dewletê ya berwext hat tayînkirin, der barê Evo Moralesê Serokê berê qeydeke dengê parve kir.
Di qeyda dengê da Moralesê bangî gel dike û ji alîgirên xwe ra dibêje, "bila xwarin û sotemenî neçe hemû herêmên welat. Divê em em barîkatan bi baldar ava bikin. Divê em dijî dîktatorî û nîjadperestiya li ser serê welêt bitêkoşin."
Serdozgeriya Bolîvyayê li ser vê bi îdiaya ku Morales "piştgirî daye terorê û dixwaze hikûmeta berxwet daxe" da lêpirsin da destpêkirin.
- Krîza li Bolîvyayê
Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolab hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.
Piştî encamên binîqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û careke din herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira nekeve hilbijartinê, heke têkevê jî wê çalakiyan bidomînin.
Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.
Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê dabû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.
Jeanine Aneza Alîkara Serokê Meclisa Senatoran a şaxa bilind a Meclisa Qanûndanînê ya Pirnetew (ALP) wek seroka dewletê ya berwext hatibû îlankirin.