Li Lîmana Beyrûdê ya li Lubnanê duh teqîn çêbû û piştî teqînê Konseya Parastina ya Payebilind li paytextê 2 hefteyan rewşa derasayî (OHAL) îlan kir.
Piştî civîna ku li ser deweta Serokomar Mişel Ewn hat kirin, ji Konseya Parastinê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku li gor biryara hat dayîn, li Beyrûdê heta 18ê tebaxê 2 hefteyan OHAL hat îlankirin.
Her wiha Konseyê biryar da ku artêş li Beyrûdê wezîfeya ewlehiyê hilde ser xwe, hêzên ewlehiya navxweyî, hêzên çekdar ên li gumrik, lîman û balafirgehan, yekîneyên parastinê yên çekdar û îtfayekar têkevin bin kontrola artêşê.
Di nav biryarên ku hatin dayîn da biryarên wiha hene, "ji bo ku mesrefên nexweşxaneyê yên birîndaran were pêkanîn, wê ji nexweşxaneyan ra fon were terxankirin, ji malbatên kesên ku mirine ra tezmînat were dayîn, ji ber ku di teqînê da genim zirar dît, genim wê were peydakirin, ji bo berdewamiya îdxalat û îxracatê Lîmana Trablusê wê were amadekirin, ji bo tesbîtkirina zirarê bi artêşa Lubnanê ra di nav kordînasyonê da Komîsyona Alîkariyê ya Payebilind wê were çêkirin, ev komîsyon wê ji bo malbatên ku malên wan xerab bûne, sitargehan peyda bike, ji bo alîkariyên ku wê ji welatên biyanî werin foneke taybet wê were avakirin."
Di teqîna li Bendergeha Beyrûdê ya Lubnanê da hejmara miriyan gihîşt 73yan.
Li gor nûçeya rojnameya En-Neharê ya Lubnanê, Wezîrê Tenduristiyê Hamed Hesen daxuyand hejmara miriyan gihîşt 73yan, hejmara birîndaran jî ji 3 hezarî zêdetir e.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Xaça Sor a Lubnanê George Kettaneh jî got hejmara birîndaran ji 3 hezarî zêdetir e, ew birîndaran radikin nexweşxaneyên cuda ên Lubnanê.
Li ser hesabê Twîtterê ya Rêxistina Xaça Sor a Lubnanê jî hat gotin 75 ambulans bi ekîbeke ji 375 kesan pêk tê va alîkariya birîndaran dike.
Wezîrê Tenduristiyê Hamed Hesen demek berê daxuyandibû ku hejmara miriyan 63 ye û gotibû hejmara birîndaran jî ji 3 hezarî zêdetir e.
Cemiyeta Bankayan a Lubnanê jî daxuyand ji ber teqînê îro hemû şubeyên bankayan wê girtî bin.
Ji bilî vê di daxuyaniyê da ji bo miriyan sersaxî hat dayîn û ji bo birîndaran jî şifa hat xwestin.
Paytextê Libnanê Beyrût ji ber teqînê wekî "herêma bobelatê" hat ragihandin
Li Libnanê ji ber teqîna li Bêdera Beyrûtê, Konseya Parastina Bilind, paytext Beyrût wekî "herêma bobelatê" ragihand.
Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Parastina Bilind a piştî hevdîtina ligel Serokomar Mîşel Ewn da hat destnîşankirin ku li ser teqînê komîsyona lêkolînê hat damezirandin û ev komîsyon dê di nava 5 rojan da raporekê amade bike.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Beyrût wekî "herêma bobelatê" ragihandin û ji bo Lijneya Wezîran jî ew yek hat pêşniyazkirin ku li paytextê "rewşa awarte" rabigihîne.
Ewn berî hevdîtinê axivî û diyar kir ku li Libnanê bobelateke zehf mezin rû da û her wiha armanca civîna wan jî ew e ku tedbîrên pêwîst ên daraz û ewlekariyê werbigirin û alîkariya gel bikin.
Ewn diyar kir ku divê li ser bûyerê lêpirsîn were vekirin, berpirs bên tesbîtkirin.
Wezîrê Tenduristiyê Hamad Hasan ragihandibû ku di teqîna li Beyrûtê da 63 kes mirin, zêdeyî 3 hezar kesî jî birîndar bûn.
Ji ber teqînê Serokwezîr Hassan Diyab li welêt roja çarşemê "şîna neteweyî" ragihandibû.
Iraq û Qeter 3 nexweşxaneyên sehrayê dişînin Libnanê
Hat ragihandin ku ji ber teqîna do li Bendera Beyrûdê ya Libnanê çêbû Iraq û Qeter 3 nexweşxaneyên sehrayê bişînin.
Li gor xebera NNAya ajansa nûçeyan a Libnanê, Qeterê îro 2 nexweşxaneyan bişîne, yeke wan ew ê xwediyê 500 nivînî be.
Di xeberê da hat gotin ku Iraqê jî nexweşxaneyekê û ji bo di dema krîzê da bi kar bînin petrolê bişîne.
Konseya Parastinê ya Bilind Beyrûd wekî herêma felaketê îlan kiribû û ji bo 2 hefteyan rewşa derasayî îlan kiribû.
Hamad Hesenê Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku li gor daneyên dawîn di teqînê da 63 kes mirin û ji 3 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Serokwezîr Hesen Diyab ji ber teqînê roja çarşemê "şîna neteweyî" îlan kiribû.
Di teqîna li Beyrûdê da 2 hezar û 750 ton amonyum nîtrat teqiya
Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn diyar kir, di teqîna li Lîmana Beyrûdê da 2 hezar û 75 ton amonyum nîtrata ku 6 sal e di depoyekê da bû, teqiya.
Ewn li ser hesabê xwe yê Twitterê yê Serokomariyê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, 6 sal e 2 hezar û 750 ton amonyum nîtrat di depoyekê da ne û tu tevdîrên ewlehiyê jî nehatine hildan, ev 'nayê qebûlkirin'.
Ewn soz da ku hemû berpirsiyar cezayê herî giran hildin.
Ji aliyê din va Midûrê Ewlehiya Lubnanê Ebbas Îbrahîm piştî civîna Konseya Parastinê ya Payeblind a Lubnanê daxuyaniyeke kurt da û diyar kir, amonyum nîtrata ku teqiya wê ji Afrîkayê ra bihata şandin, lê li lîmanê teqiya.
NNAya ajansa fermî ya Lubnanê diyar kiribû ku, li Lîmana Beyrûdê agir bi depoya ku nimreya wê 12 ye û tê da teqemenî hene, ket û paşê teqîneke mezin çêbû.