Ahmet Aydın
18 Tebax 2020•Rojanekirin: 18 Tebax 2020
Li Beyrûta paytextê Lubnanê rewşa derasayî ya ku piştî teqîna mezin hatibû ragihandin, bi qasî mehekê hat dirêjkirin.
Di daxuyaniya Serokwezîriyê de hat destnîşankirin ku ji ber rewşa nuha ya paytext û îstifaya hikûmetê, rewşa derasayî heta 18ê îlonê hat dirêjkirin.
Meclisa Lubnanê piştî teqîna li Bendera Beyrûtê ya 4ê tebaxê ji bo 2 hefteyan rewşa derasayî ragihandibû.