Li Afrîkayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 980 hezarî derbas bû
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket 982 hezar û 219an.
Abuja
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket 982 hezar û 219an.
Li gor malpera "Worldmeter"ê ya ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike di 24 saetên dawîn da li parzemîna Afrîkayê 9 hezar û 759 kesên bi vîrusê ketine hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 982 hezar û 219an.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 472 zêde bû û derkete 21 hezar û 143an.
Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin. Li Afrîkaya Başûr 8 hezar û 884 kes, li Misrê 4 hezar û 912 kes, li Cezayîrê jî 1248 kes mirin.
Li Morityusê Kovîd-19 nema, li Seyşelê û Erîtreyê hetanî niha tu kes ji ber vîrusê nemirıye.
Li Afrîkaya Başûr 521 hezar û 318 kes, li Misrê 94 hezar û 752, li Nîjeryayê 44 hezar û 433 kes bi vîrusê ketin.
Li Afrîkayê 655 hezar û 407 kesên bi vîrusê ketibûn jê filitîn û baş bûn.