Haydar Şahin
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
BRUKSEL
Li Brukselê par piştî êrişa terorî leşker li kuçe û kolanan li dewriyeyê geriyan û hat ragihandin dibe ku wezîfeya leşkeran hetanî 2020an were dirêjkirin.
General Marc Thysê Fermandarê Hêzên Bejahiyê di daxuyaniya xwe da got dibe ku dema "Operasyona Makewelat" a ku ji bo ewlehiyê wezîfeya dewriyeya nav bajêr dide leşkeran hetanî sala 2020an bê dirêjkirin.
Thys diyar kir ku li gor astengiyên dibe ku di kuçe û kolanan da derkevin pêşiya leşkeran bernameya perwerde û tetbîqatan raçav kirin, pirsgirêka herî mezin a ku derdikeve pêşiya wan jî ew e ku leşkerên ji bo 6 mehan li kuçe û kolanan tên wezîfedarkirin morala xwe zehf xirab dikin.
Thys destnîşan kir ku ji bo kinkirina vê demê dixebitin û wiha axivî: "Ji bo bicîanîna hemû misyonan dibê em perwerdekirî û amade bin."
Thys diyar kir ku leşker dibê pêşiyê girîngiyê bidin ser avahiyên stratejîk û li dordora wan avahiyan her tim bigerin.
Piştî êrişa terorê ya li Brukselê leşker di çarçoveya tevdîrên ku hatin sitandin da li ciyên girîng ên bajêr nobetê digirin û li dewriyeyê digerin. Di nav salê da hatibû ragihandin ku leşkeran kesên di hewla êrişên terorî da bûne berteref kirine.
Di 22yê adara 2016an da di êrişên terorî yên li îstasyona metroyê û balafirgehê da 32 kes hatibûn kuştin, 270 kes jî hatibûn birîndarkirin. Berpirsyariya êrişan DEAŞa rêxistina terorî hildabû ser xwe.