Haydar Şahin
02 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
BAKU
Hat ragihandin ku li Bakuya paytextê Azerbeycanê ji ber şewata li Navenda Dermankirina Nexweşên Hişbirê 30 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Rewşên Derasayî ya Azerbeycanê, ber destê sibê di Navenda Dermankirina Nexweşên Hişbirê ya dewletê ya li navçeya Hatayiyê da şewat derket.
Li gor daxuyaniyê, gelek ekîbên agirkujiyê sewqî dewsa bûyerê kirin û şewat temirandin.
Di xeberên çapemeniya herêmî da hat destnîşankirin ku di şewatê da 30 kes mirin.