Abdullah Tel
09 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2017
NEW YORK
Li Amerîkayê hejmara bircên sondaja neftê ya ku der heqê derxistina nefta welêt û endustriya neftê da agahiyê didin vê heftê zêde bû.
Li gor daneyên şirketa Baker Hughesa ku di qada neftê da xizmetê dide weşand li Amerîkayê di navbera 4-8 kanûnê da 2 bircên sondaja neftê ketin xebetê.
Bi vê derxistinê va li welêt sê hefte li ser hev hejmara bircên sondaja neftê zêde bûn û hejmara wan niha bû 751 heb.
Piştî ku li Amerîkayê bircên sondaja neftê zêde bûn di bazara kurewî da jî bihaya neftê zêde neguherî û bi berwarî dewam kir.