Ferizat Kaya
13 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku li Kalîforniyaya eyaleta Amerîkayê kujerê bi çekê tevî xanima xwe 5 kes kuşt pişt ra xwe kuşt.
Li gor agahiyan li Bakersfîelda li başûrê Kalîforniyayê, kujerê bi çekê 5 kes kuşt pişt ra xwe kuşt.
Rayedarê herêmê Donny Youngblood der barê bûyerê da ragihand ku kujerê bi çekê xanima xwe kuşt pişt ra êrîşî 4 kesên derdorê kir.
Youngblood got ku kujerê ku piştî êrîşê ji cihê bûyerê direviya rastî polês hat û bi heman çekê xwe jî kuşt.
Polêsan der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.