Türkan Tosun,Nihat Kavşut,Önder Beyter
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
NEW YORK
Hat eşkerekirin ku di doza Mehmet Atîlla Hakanê Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halk Bankê yê ku li New Yorkê girtiye de karsaz Riza Sarraf wê wek şahid bê guhdarkirin.
Parêzerên Atîlla xwestin ku doz du hefteyan bê taloqkirin lê Dadgêr Rîchard Berman ev daxwaz qebûl nekir û dozê dest pê kir.
Rayedarên dozgeriyê derketin li pêş juriyê û gotin Riza Sarraf 6 sûcên ku ew pê tê sûcdarkirin qebûl dike û ewê di dadgehê de wek şahid îfadeyê bide.
- Dozger polêsên ji FETOyê parast
Dozgeriyê hemû sûcên ku Sarraf pê tê sûcdarkirin ji bo Atîlla jî got û ew bi van hemû sûcan va sûcdar kir.
Dozgeriyê qeyda hin dengan pêşkêşî dadgehê kir û nexwest ku çavkaniya van dengan eşkere bike.
Davîd Dentonê alîkarê dozger got polêsên endamê FETOyê yên ku deng qeyd kirine, wezîfeya xwe kirine û ji wan yek jî wê di dadgehê de îfadeyê bide.
Victor Roccoyê parêzerê Atîlla sûcên ku muwekîlê wî pê tê sûcdarkirin red kir û Sarraf sûcdar kir.
Rocco got Atîlla jî yek ji mexdûrê Sarraf e û piştî ku Sarraf hatiye girtin ew du caran hatiye Amerîkayê.
Rocco dengên ku hatine qeydkirin ji ber ku çavkaniyên wan nayên eşkerekirin rexne kir.
Rocco ji endamên juriyê wiha pirs kir, "Heger dozgerên Amerîkayê li vî welatî hin kesan guhdarî bikin û qeydên dengan jî bêyî hikûmetê bidin dewleteke din û wek delîl bên emilandin hûn ê çi bikin?"
Di dema rûniştinê da navê şahidên dozgeriyê hatin eşkerekirin.
Dihat plankirin Sarraf do îfadeyê bida, lê ji ber ku îfadeya 3 bersûcên ewil zehf ajot Sarraf derneket hemberî juriyê.
Sidhardha Kamarajuyê rayedarê dozgeriyê destnîşan kir Riza Sarraf wê di roja duyemîn ya rûniştinê da îfadeyê bide û got tê texmînkirin 3 roj dewam bike.
Kamaraju diyar kir ku wê Sarraf ji hucreya wî bînin û vê bal kişand.
- Serokê FDDyê ya binîqaş wek pispor hat guhdarîkirin
Dozgeriyê îro wek şahid James Atwaterê Sîxurê Taybet yê FBIyê guhdarî kir û pirsên Atîlla li Balafirgeha New York JFKyê çawa hatiye binçavkirin û girtin bersivand.
Dozgeriyê peyra Lîsa Palluconiya kordînatora sepandinên Îranê ya di Ofîsa Kontrolê ya Mal û Milkên Biyaniyan da wezîfedar e guhdarî kir û Lîsa Palluconiyê ji bona sepandinên Amerîkayê yên dijî pergala fînans û bankeyên Îranê agahî da.
Mark Dubowitzê ji Weqfa Parastina Demokrasiyan (Foundation for Defense of Democracies) ku navenda wê li Washingtonê ye jî di warê aboriya Îranê, sektorên neft û xaza siruştî û astengkirinên Amerîkayê da wekî pispor hat guhdarîkirin.
Weqfa Parastina Demokrasiyan (FDD) a ku bi nasnava xwe ya "neocon" û nêzîktiya xwe ya Îsraîlê va tê naskirin, vê axiriyê di gelek çalakiyan da wekî navendeke ku lê "helwestên dijî Tirkiyeyê" tên îfadekirin, balê dikişîne ser xwe.
Di rûniştina piştî nîvro da beşek ji endamên juriyê xew ra çûn.
Dadger Berman careke din endamên juriyê hişyar kirin ku di maweya darizandinê da çapemeniyê neşopînin û der barê dozê da bi kesî ra qise nekin.
Di destpêka roja duyemîn a danişînê da li gorî dema Tirkiyeyê di saet 17.30î da ji aliyê parêzerên Dubowitz jêpirsîna çeprast wê were kirin.
Sarrafê ku bi 6 sûcên cuda yên wekî qulkirina astengkirinên li ser Îranê, xapandina bankeyan, qanûnîkirina pereyê qirêj tê tawanbarkirin, par di meha adarê da li Amerîkayê hatibû girtin.
Atîlla jî di 27ê adarê da wextê ku wê ji Balafirgeha JFKyê bo Tirkiyeyê bi rê biketa, pêşiyê hatibû binçavkirin, paşê jî hatibû girtin.