Dinya

Li Almanyayê îstixbaratkarê berê yê rejima Esed cezayê hepsa heta hetayî xwar

Mesut Zeyrek  | 13.01.2022 - Rojanekırın : 14.01.2022
Li Almanyayê îstixbaratkarê berê yê rejima Esed cezayê hepsa heta hetayî xwar

Nordrhein-Westfalen

 Li Almanyayê Dadgeha Bilind a Eyaleta Koblenz ji ber sûcê li dijî mirovahiyê cezayê hepsa heta hetayî da Enwer Raslanê xebatkarê îstixbarata Sûriyeyê yê berê.

Taybetiya biryara dadgehê ji bo Raslanê 58 salî da ew e ku "der barê sûcên bi destê dewletê li Sûriyeyê hatine kirin da cara ewil tê dayîn."

Serdozgeriya Federal doz wekî "teqîbata cazaî ya ewil a li dinyayê dijî edamên rejima Esed ên sûcên dijî mirovahiyê kirine" nirxand û di dozê da ji 80yî zêdetir şahid û mexdûrên êşkenceyê hatin guhdarkirin.

Raslan xêncî sûcê dijî mirovahiyê ji ber sûcên destdirêjiyê, kuştina 58 kesan, eşkenceya li girtîgehên Sûriyeyê yên di navbera salên 2011 û 2012î da jî dihat sûcdarkirin.

Raslan piştî ku ji îstixbarata Sûriyeyê ra xebitî di sala 2014an da hat Almanyayê û di sala 2019an da hat girtin. Di dozê da Raslan ji ber kuştina 27 kesan, destdirêjî û êşkenceyê ceza xwar.

Eyad Xerîbê ji bo îstixbarata Sûriyeyê xebitîye yê di heman dozê da dihat darizandin jî ji ber ku alîkariya sûcê dijî mirovahiyê kiriye di 24ê sibata 2021î da 4,5 sal ceza xwaribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın