Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 4 milyon û 422 hezarî derbas bû
Istanbul
Li Afrîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 4 milyon û 422 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li parzemînê 117 hezar û 58 kes ji ber vîrusê mirin.
Li parzemînê hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 422 hezar û 185 kesî, hetanî niha 3 milyon û 954 hezar û 475 pêketî jî pak bûn.
Li parzemînê herî zêde pêketî li Komara Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis, Etiyopya, Misir û Libyayê hatin tesbîtkirin.
Ji ber Kovîd-19ê herî zêde meriv jî li Komara Afrîkaya Başûr û Misrê mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.