İbrahim Atmaca
18 Gulan 2020•Rojanekirin: 19 Gulan 2020
Di Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Îskoçyayê (Premiership) da sezona 2019-2020î hat tescîlkirin, Celtîca lîder wek şampiyon hat daxuyandin.
Li gor daxuyaniya ku ji Lîga Fitbolê ya Profesyonel a Îskoçyayê (SPFL) hat dayîn, kulûbên Premiershipê li hev kirin ku lîg wê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) neyê kutakirin.
Lijneya Rêvebiriyê ya SPFLyê bi 12 kulûban ra hevdîtin kir û biryar da. Li gor biryarê lîg wê li gor rewşa puanên heyî were kutakirin.
Li gor biryarê Celtîca ku 2,66 puanê wê heye bû şampiyon, Heartsa ku 0,76 puanê wê heye û di dawiyê da ye jî wê ji komê bikeve.
Bi vê şampiyontiyê va Celtîc cara 9emîn e ku li ser hev dibe şampiyon.