İbrahim Atmaca
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Ji bo Kasimpaşaya ekîba Spor Toto Super Lîgê wezîfeya dîrektoriya teknîkê dan Mustafa Denizlî.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya Kasimpaşayê hat dayîn, Mustafa Denizlî li Tesîsên Kemerburgazê di merasima ku endamê lijneya rêvebiriyê Mehmet Fatih Saraç jî beşdar bû da ji bo salekê peyman îmze kir.
Mustafa Denizlî herî dawîn di sezona 2016-2017an da dîrektorê Eskîşehirspora ekîba Lîga 1em a Spor Totoyê bû.
Kasimpaşayê di sezonê da her 4 pêşbirkên xwe jî qezenc kir, lê ji 3 pêşbirkên dawîn ên lîgê da têk çû. Li Kasimpaşayê ji îlona 2016an vir va Kemal Ozdeş dîrektorî dikir, ji ber ku wî û rêvebiriyê li hev nekiribû, dev ji wezîfeya xwe berdabû.