Türkan Tosun
09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Sondxwarina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a li TBMMyê li taxa Kasimpaşayê bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin.

Li Kasimpaşaya taxa navçeya Beyogluyê ekraneke mezin li Meydana Kizilayê hat avakirin.
Hatina Serokomar Erdogan a TBMMyê, sondxwarina wî ya li Meclisê bi zindî di vê ekranê da hat nîşandan.

Welatiyên ku li vê taxê dijîn di destê wan da alayan ve hezkirina xwe nîşanî Erdogan dan.
Welatî Fatih Malay got ew 25 sal e li Kasimpaşayê dijî û wiha axivî: "Em pir kêfxweş in. Ez nizanim ezê çi bibêjim. Ya ku me dixwest pêk hat. Em piştgiriyê didin Serokomar Erdogan."

Melahat Kuçukizilkaya (71) jî got ew li Kasimpaşayê mezin bûye û wiha axivî: "Ez serê sibê derketim. Min hemû karên xwe qedand. Ez Serokomarê me hê dema ku li şaredariyê dixebitî nas dikim. Xwedê pişta wî neyne erdê. Xwedê rêya wî veke."
Merasimên li Enqereyê wê li ser vê ekrana ku Meydana Kizilayê hatiye avakirin bên nîşandan. Welatiyên li Kasimpaşayê dijîn wê bernameyan bişopînin.