Abdullah Tel
24 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2020
Li Qezwîna li bakurê Îranê bi lerza 5,4an erdhej çêbû.
Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê daxuyand ku navçeya Bûyîn Zehrayê ya li ser eyaleta Qezwînê navenda erdhejê bû û li gor saeta herêmî jî di 15.04an da erdhej çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej 10 kîlometre di bin erdê da çêbû.
Der barê zirar û ziyana ku erdhêjê dabe can û mal da heta niha tu daxuyanî nehat dayîn.