Dinya, Aborî

Rosneft li bendê ye ku bihayê petrolê bigihêje rekorê

Îgor Seçînê Rêvebirê Payebilind ê Rosneftê: "Ji ber polîtîkaya zextê ya ku Amerîka dimeşîne dibe ku di bihayê petrolê ya navneteweyî da rekorek pêk bê."

Haydar Şahin  | 25.05.2018 - Rojanekırın : 25.05.2018
Rosneft li bendê ye ku bihayê petrolê bigihêje rekorê

Moskova

ST. PETERSBURG 

Îgor Seçînê Rêvebirê Payebilind ê Rosneftê got ji ber ku Amerîka ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra hatibû çêkirin vekişiya ji sedî 5ê hilberîna petrolê kete xetereyê û wiha axivî: "Ji ber polîtîkaya zextê ya ku Amerîka dimeşîne dibe ku di bihayê petrolê ya navneteweyî da rekorek pêk bê."

Seçîn di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Navneteweyî ya ku li St. Petersburga bajarê Rûsyayê hat lidarxistin da beşdarî panela "Di Sedsala Guherînê da Aboriya Dinyayê" bû û li ser piyaseya petrolê axivî.

Seçîn got ji peymana Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) zêdetir ji ber zextên Amerîkayê bihayê petrolê zêde dibe û wiha pê da çû: "Donald Trumpê Serokê Amerîkayê biryar da ku ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra hatibû çêkirin vekişe û ji ber vê jî ji sedî 5ê hilberîna petrolê kete xetereyê. Qirîza li ser Îranê bû sedema guherîna bazara petrolê."

Seçîn got ku polîtîka û ultîmatomên li ser piyaseya petrolê dibe sedema zêdebûna bihayê petrolê û wiha axivî: "Demekê şûnda ji ber polîtîkaya zextê ya ku Amerîka dimeşîne dibe ku di bihayê petrolê ya navneteweyî da rekorek pêk bê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.