Dinya

Leglegên ji Qersê koç nekirin li dora germavê dijîn

Li Qersê ji ber ku zivistan îsal dereng hat hin leglegan ji bajêr koç nekir. Germahiya hewayê her çiqas di bin sifirê da 19 pile be jî legleg li dora germavê dijîn û ji xwe ra li xurekê digerin.

Türkan Tosun  | 15.01.2020 - Rojanekırın : 22.01.2020
Leglegên ji Qersê koç nekirin li dora germavê dijîn

Kars

Li Qersê ji ber ku zivistan îsal dereng hat hin leglegan ji bajêr koç nekir. Germahiya hewayê her çiqas di bin sifirê da 19 pile be jî legleg li dora germavê dijîn û ji xwe ra li xurekê digerin.

Bajarê Qersê yek ji wan bajarê herî sar ê Tirkiyeyê ye. Leglegên mizgîniya biharê ne dema hewa sar bû ji Qersê koçî cihên germ kirin.

Ji ber ku zivistan li gor salên çûyî dereng hat, hin leglegan ji bajêr koç nekir.

Leglegên koç nekirin li gundê Çermeyê ya germav lê heye ji xwe ra kirin sitargeh û germahiya hewayê her çiqas di bin sifirê da 19 pile be jî li wir dijîn.

Legleg der û dora germavê ji xwe ra xurek digerin, dema bêhvedanê jî diçin li ser berfê bêhna xwe didin.

Nîmet Laçînê li gundê Çermeyê dijî ji nûçegihanê AAyê ra got leglegan îsal koç nekir û wiha axivî: "Legleg ji avê tiştan derdixin û dixwin. Germav ji bilî leglegan mazûwaniya werdek û kewan jî dike. Kes têkilê leglegan nabe, herkes wan diparêze."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın