Dinya

'Le Poînt ne kovar e amûreke operasyonê ye'

Konseya Aşitî û Wekheviyê ya Navdewletî derbarê îdiayên ku di kovara Le Poîntê de cih girtin got, "Le Poînt ji kovartî derxistine û kirine amûreke operasyonê"

Ahmet Aydın  | 25.05.2018 - Rojanekırın : 25.05.2018
'Le Poînt ne kovar e amûreke operasyonê ye'

Ile-de-France

PARÎS

Hejmara vê hefteyê ya Le Poînta kovara Frensî ji ber bikaranîna îfadeyên derbarê Tirkiye, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û sazî û kesên bi esil Tirk yên li Fransayê, rûbirûyê bertekan hat.

Konseya Aşitî û Wekheviyê ya Navdewletî (COJEP)ê, derbarê îdiayên ku di kovara Le Poîntê de cih girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Di hejmara kovara Le Poîntê ya 24ê gulanê de, komele, saziyên weşanê û pêkhateyên siyasî yên ku li Fransayê nûnertiya çandên cihê dikin, bûne hedef."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava saziyên ku bûne hedef saziyên weşanê yên weke COJEP, Media Turk TV, Media France TV û Medya Turk Info hene.

"Nimûneya nûçegihaniyê ya dijminane"

Di daxuyaniyê de tekezî li wê yekê hat kirin ku ji armanca nûçegihaniyê zêdetir, di kovarê de hewl hatiye dayin ku nêrînên ne di cih de çêbibin, herwiha kovar ji bo xapandina raya giştî û zêdekirina pêşdaraza li hember çandên cihê bê meydanê hewl dide.

Herwiha cih dan van îfadeyan:

"Nimûneya nûçegihaniyê ya dijminane û bêberpirsyariyê ye ku ti eleqeya wê bi rastiyê ve nîn e. Kovara Le Poîntê bi weşanê hewl daye ku çandên cihê yê li Fransayê bêdeng bike, cudakarî û jigiştî dûrxistina wan bike.

"Le Poînt ji kovartî derxistine û kirine amûreke operasyonê"

Di daxuyaniyê de hat gotin, Hewlên bêîtîbarkirina Media France TV û Medya Turk Infoyê ku ji xwebexşan pêk tên û bi îmkanên sînordar dixebitin, derdixe holê ku nerîna dîktageriyê zihniyeta wan bi xwe ya. Le Poîntê ew weşangeriya firegerî ya bi ruhê amatorî ji xwe re kire hedef û hewl da azadiya weşangeriyê bêdeng bike. Bi wê dosyaya ku hat amadekirin Rêzdar Erdogan, bi qestî bêîtîbar û weke şeytan nîşan dan û piştre jî bi me re peywendîdar kirin. Bi vê kirinê Le Poînt ji kovartî derxistine û kirine amûreke operasyonê."

"Nelson Mandêlayê sedsala 21ê Erdogan e"

Di daxuyaniyê de bal bi ser Nelson Mandêla ve hat kişandin ku di rêya daxwazên wekhevî û azadiya reşçerman de 29 salan di girtîgehê de ma û di dawiyê de bi ser ket û piştî ku ji girtîgehê derket bi Xelata Nobela Aşitiyê hat xelatkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di demên dawî de medyaya Rojavayê bi qesdî Erdogan dike hedef û bi manşêtên spekulatîf dixwazin wî bêîtîbar bikin û wiha hat gotin:

"Nelson Mandêlayê sedsala 21ê Erdogan e. Bi weşanên xwe hûn çiqasî miemeleya reşçerman pê bikin, roj wê bê, wê ew bi ser keve. Yê ku li Qudsa bajarê her 3 dînê pîroz xwedî derket ew e. Yê ku li 3,5 milyon penaberên Sûriyeyê yên Kurd, Ereb, Turkmen xwedî derket ew e. Li lijneya Giştî ya NYê bi gotina xwe ya 'Cihan ji 5an mezintir e' pêdiviya guherankariya Konseya Ewlekariyê ya NYê xiste berçav û ji dinyayê re ragihand. Ev mirovê têkoşerê mihrebanî û dadperweriyê dîktator e?."

Herwiha hat gotin ku "Di serî de Fransa çandên cuda yên ku li Ewropayê dijîn wî weke Mandêlayê sedsala 21ê dibînin. Em we dawetî weşangeriya berpirsyarane û adîlane dikin û em gazî we dikin ku hûn ji saziyên medyayê, pêkhateyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî lêborînê bixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.