Haydar Şahin
2017 ж. 31 тамыз•Rojanekirin: 2017 ж. 31 тамыз
MEKKE
Di roja erefeyê da ku 2 milyon heccac li axa pîroz ji bo weqfeyê derketin Erefatê cilika Kebeyê (Kîsweya Şerîf) hat guherandin.
Cilika Kebeyê bi destê 150 kesî va di 10 mehan da li Mekkeyê hat çêkirin û çend roj berê teslîmî rayedarên Herema Şerîf kirin. Îro destê sibê piştî ku heccacan berî xwe da Erefat jî cilik hat guherandin.
Di dema guherandina Kîsweya Şerîf da heccacan tewafa Betullahê domand.
Cilika Kebeyê ji hevrîşima saf û tayê zêrîn va tê çêkirin, ji 4 parçeyan pêk tê, dirêjahiya wê 47 metre ye û rûyê wê 657 metre çargoşe digire. Cilikê ji çar aliyên Kebeyê vedikin û bi ya teze va diguherînin.
Ji aliyekî va ya vediqetînin ji aliyê din ya teze pê vedikin û ev kar bi saetan ber xwe dide. Ji bo çêkirina cilika Kebeyê 700 kîlo hevrîşim û 120 kîlo zîv û zêr tê bikaranîn. Li ser cilika Kebeyê bi zêr û zîv va ayet û dua tên neqişandin.
Tê gotin ku cilika teze ya Kebeyê 6 milyon dolar girtiye, cilika berê jî bi ava zemzemê dişon û ji bo pêşengehan dişînin welatên misilman, muzeyan û wek diyarî didin serokên dewletan.