11 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2019
Civaka Kurdên Azad a Sûriyeyê û Eniya Çalakiyê ya Neteweya Kurd a Sûriyeyê eşkere kir ku piştgiriyê didin Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li bakurê Sûriyeyê ji bo ku korîdora terorê ya hewl tê dayîn ku li sînorê başûr ê Tirkiyeyê bê avakirin tune bike, aştî û aramiyê bîne herêmê da destpêkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Civaka Kurdên Azad a Sûriyeyê û Eniya Çalakiyê ya Neteweya Kurd a Sûriyeyê da hat destnîşankirin ku mensûbên YPG/PKKya rêxistina terorê bi piştgiriya rejima Esed tehdeyê li gelê Ereb û Kurd ên li herêmê dikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku YPG/PKKya rêxistina terorê ciwanên Kurd "ji bo ku bigihêje armancê xwe yên xiniz" bi kar tîne û hat gotin ku "Di nav çend salên dawîn da ji herêmên Kurd û Ereban ên ku rêxistinên terorê bi dest xistin gelek mirov mecbûrî koça komî kirin. Gelek Kurd hatin girtin û li herêmê mafên mirovan hatin îxlalkirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku armanca Herekata Kaniya Aştiyê ew e ku şaxên Sûriyeyê yên PKKyê ji herêmê bên dûrxistin û xetereya wê ya ji bo gelê Kurd a Sûriyeyê ji holê rake û nirxandina "Em bi armanca ku ji bo gelê me bibe ronahiya hêviyê piştgirî didin Herekata Kaniya Aştiyê."