Herekata Kaniya Aştiyê

Ji Bahçelî bo "Herekata Kaniya Aştiyê" daxuyanî

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Tirkiye ji bo ku rêxistinên cudakar ên gefê li Tirkiyeyê dixwin li erdnîgariya xwe lê veşartine berteref bike, derketiye sefereke pîroz."

09.10.2019 - Rojanekırın : 10.10.2019
Ji Bahçelî bo "Herekata Kaniya Aştiyê" daxuyanî

Ankara

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî der barê Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê ku bir ser bakurê Sûriyeyê da got: "Komara Tirkiyeyê ji bo ku rêxistinên cudakar ên gefê li Tirkiyeyê dixwin li erdnîgariya xwe lê veşartine berteref bike, derketiye sefereke pîroz."

Bahçelî ji bo Herekata Kaniya Aştiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku gelê Tirk di nav têkoşîneke mezin ya man û nemanê da ye û wiha pê da çû:"Gelê Tirk di nav têkoşîneke mezin ya man û nemanê da ye ku ne tê îhmalkirin û ne jî tê înkarkirin."

Di daxuyaniya Bahçelî da sedema herekatê hat gotin û daxuyanî wiha dewam kir: "Bi Herekata Kaniya Aştiyê va li bakurê Sûriyeyê him herêmeke ewle ya ku paralelê sînorên me yên bejahiyê ya welatê me wê bê avakirin û him jî wê li herêmê aştî, aramî û îstiqrar bê pêkanîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.