10 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê: "Em fikarên Tirkiyeyê yên ji bona ewlehiya sînoran fehm dikin."
Lavrov li Tirkmenistanê ku ji bona Civîna Wezîrên Karên Derva ya Civaka Dewletên Serbixwe li wir e der barê Herekata Kaniya Aştiyê da daxuyanî da rojnamevanan.
Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê destnîşan kir ku ji bona Herekata Kaniya Aştiyê rayedarên eskerî yên Rûs û Tirkan di nav pêwendiyê da ne û got em fikarên Tirkiyeyê yên ji bona ewlehiya sînoran fehm dikin.
Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê diyar kir ku ji ber gavên Amerîkayê yên li herêmê li rojhilata bakurê Sûriyeyê operasyona Tirkiyeyê çêbû.
Sergey Lavrov destnîşan kir wê hewl bidin ku di navbera rêvebiriya Şamê û YPG/PKKyê da diyalogê bidin destpêkirin.