ERBÎL
Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê penaber diçin Herêma Kurdistanê ya Îraqa Federal.
Di deriyê Pêşxabûrê re duh ji Sûriyê nêzî 5 hezar mirov derbasî Herêma Kurdistanê ya Îraqa Federal bûn. Destûrmendên Herêmê gotin ku berê di ser pireya li ser Çemê Dîcleyê re derbas dibûn, lêbelê li wir ji ber ku ne ewle bû, me rêya derbasbûnê guherand.
Ev penaberên ku du roj in li bendê ne ku derbas bibin, piştî ku derbasî aliyê din bûn bêhna wan hate ber wan.
Ji ber tirsa şer, mirin û birçîbûnê sûriyên ku derketine li ser rê û dirban bi peyatî 6 kîlometreyan meşiyan û wiha axivîn: "Li gundên me kes nema. Her kes ber bi vî aliyî direve. Ne ewlehiya canê me heye ne jî xwarina me ma."
Rejîm bombeyan li ser kurdan de jî dibarîne
Penaberên sûriyeyî dan zanîn ku canê xwe bi zorê xelas kirine û wiha pê de çûn: "Rejîm bombeyan li ser kurdan de jî dibarîne. Balafirên Esed ji duh sibê ve ye ku bombeyayan dibarîne li ser navçeya Dêrika Hemko û gundên wê. Rojava vala dibe."
Keçeke bi navê Civîn got ku ez ji Qamişloyê bi dêya xwe, xwişk û birayên xwe re hatim û şer li herêmê jî pêk tê.
Peşmergeyên ku cî bi cî ji bo kontrolê amade ne, penaberan bi wesayîtên biçûk heya dereke ewle derbas dikin. Piştî ku qeydên wan digirin û wan bi otobusan dîşînin kampê.
Bi hezaran sûriyeyî dê êdî li kampên Îraqê di nav teqereqa jiyanê de bin.
Av û xwarin dane penaberên ku bi kîlometreyan meşiyan. Endezyar Arif Mûstafayê ku ragihandinê bi rê ve dibe got: "Em qeydan êdî bi rêk û pêk nikarin bikin, lewra mirov wek lehiyê diherikin. Jin, zarok, mirovên pejmûrdebûyî diherikin herêmê. Ez nikarim reqemeke teqez bidim lê yên ku vê gavê derbas bûne ji 20 hezarî zêdetir in."