İbrahim Atmaca
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
DUHOK
Konsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay li Duhoka wilayeta Herêma Kurdistana Iraqê di çarçoveya ziyaretan da li navçeya Şêxanê Laleşa perestgeha ku ji bo Êzdiyan pîroz e, ziyaret kir.
Konsolos Karaçay di çarçoveya ziyareta xwe da bi Babê Şêxê Êzdiyan û rayedarên din ên Êzdî ra hat bal hev.
Karaçay piştî ziyareta xwe daxuyanî da rojnamegeran û wiha got: "Wekî ku her kes pir baş dizane Komara Tirkiyeyê welatekî wisa ne ku li her derê bêyî ku ji ber dîn, ziman û nijadê cudahiyê bike alîkariya mihtacan dike."
Karaçay diyar kir ku Êzdiyên li Iraqê di demên dawîn da bûn hedefa rêxistinên terorê û wiha dewam kir: "Ji bo nimûne DEAŞê zirareke pir cidî da Êzdiyan. Hin rêxistinên terorê di serî da PKKyê ev rewşa êzdiyan sûîstîmal kir û xwe wekî li cem wan be nîşan dide. Lê di eslê xwe da rewş ne wisa ye."
Karaçay got ku Tirkiye mazûvaniya 20 hezar Êzdiyî kir û wiha dewam kir: "Weke ku min got, dîn, ziman û nijad çi dibe bira bibe, di helwesta me da alîkariya her kesekî mihtac heye û ev tezahura rêgeza me ye."
Endamê Meclisa Rûhanî ya Ezdiyan Kerîm Silêman jî diyar kir, di hevdîtina ku bi Konsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê ra hat kirin da rewşa Êzdiyan hat axaftin.
Silêman xwest ku Tirkiye ji bo rewşa sivîlên Êzdî yên li Şengal û Efrînê dijîn, baldar be.