Önder Beyter
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
XEZE
Hat ragihandin ku firokeyên şer ên Îsraîlê li ser sînorê rojhilatê Xezeyê êrîşeke asîmanî pêk anîn ku di encamê da Filistîniyek şehîd bû, yek jî birîndar bû.
Şefê Servîsa Bilez a Nexweşxaneya Şifayê Eymen es-Sahabanî daxuyanî da peyamnêrê AAyê û destnîşan kir ku di êrîşa asîmanî da bi navê Mihemed Hicîle (31) va Filistîniyek şehîd bû, Filistîniyekî din jî birîndar bû.
Firokeyên cengê yên Îsraîlê çendek berê jî li Xezeyê li hedefeke eskerî ya Tûxayên Îzedîn el-Qesamê baskê eskerî yê Hemasê, dabû. Lêbelê hatibû ragihandin ku di vê êrîşê da tiştek bi kesî nehat.