Türkan Tosun
18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
BOLÎVAR
Di hilbijartinên serokatiya dewletê ya Kolombiyayê de namzedê Partiya Navend a Demokratîk Ivan Duque ji sedî 53,95 ray hilda û bû serokê dewletê.
Li Kolombiyayê ji bo hilbijartinê ji sedî 53 beşdarî çêbû, ji 19 milyonî zêdetir welatiyan jî ray dan.
Ivan Duqueyê ji partiya rastgir ji 10 milyon û 370 hezarî zêdetir ray hilda. Reqîbê wî yê çepgir Gustavo Petro jî 8 milyon û 31 hezar ray hilda.
Duque ji 7ê tebaxê pê va wê Kolombiyayê heta sala 2022an bi rê va bibe.
Martha Lucîa Ramîreza alîkara Duque jî di dîroka welêt de wê bibe yekem Alîkara Serokê Dewletê ya jin.