Dinya, Koronavîrus

Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin zêde dibe

Li welatên Amerîkaya Latîn mirinên ji ber Kovîd-19ê didomin û hejmar her diçe zêde dibe

Abdullah Tel  | 05.03.2021 - Rojanekırın : 05.03.2021
Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin zêde dibe

Bolivar

 Li welatên Amerîkaya Latîn mirinên ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) didome û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê dimirin her diçe zêde dibe.

Di nav 24 saetên dawîn da li Brezîlyayê 1699, Meksîkayê 822, Arjantînê 191, Kolombiyayê 107, Perûyê 217, Şîliyê 134, Ekvadorê 38 û Bolîvyayê jî 27 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tendûristiyê ya Brezîlyayê di nav 24 saetên dawîn da 1699 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin jî gihîşt 260 hezar û 970yî, li seranserê welêt 75 hezar û 102 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 10 milyon û 793 hezar û 732yan.

Brezîlya piştî Amerîka û Hîndistanê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 9 milyon û 637 hezar û 20 kes pak bûn.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 822 kes mirin û 7 hezar û 521 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin bû 188 hezar û 866 û hejmara pêketiyan jî derket 2 milyon û 112 hezar û 508an û milyonek û 655 hezar û 549 kes jî baş bûn.

- Arjantîn

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 191 kes mirin û heta niha ji ber Kovîd-19ê 52 hezar û 644 kes mirin û bi tevahî 2 milyon û 133 hezar û 963 kes jî bi şewbê ketin.

- Kolombiya

Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê di daneyên weşand da ragihand ku di 24 saetên dawîn da bi mirina 107 kesên din va hejmara kesên li welêt ji ber Kovîd-19ê mirin derket 60 hezar û 189an.

Li welatên Amerîkaya Latîn heta niha ji ber şewba Kovîd-19ê li Perûyê 47 hezar û 306, li Şîliyê 20 hezar û 838, li Ekvadorê 15 hezar û 959 û li Bolîvyayê jî 11 hezar û 761 kes mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.