DUHOK
Piştî ku Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) Şengala navçeya Mûsilê bi dest xist, gelê herêmê terka malên xwe dikin û diçin Hewlêr û Duhokê.
Piştî ku rêxistina terorê DÎŞIyê navçeya Şengalê û hin gundên li der û dorê bi dest xist, li Iraqê koçeke nû dest pê kir. Kal û pîr, jin û zarok hemû gel derkete serê rêyan û ber bi Hewlêr û Duhokê ve direvin.
- Li ser sînorê Sûriyeyê koç
Şiî, erebên sunî, tirkmenên Telaferê û kurdên êzîdî bi hezaran mirov rêyên ku di bin kontrola YPGyê de ne bi kar tinîn û wisa koç dikin. Ji ber ku ev rê bi ewle ye, gel ji wir derbas dibe û xwe digîhîne Duhokê. Li ser pireya ku kontrola wê di destê pêşmergeyan de ye jî qerebalix û trafîk çêbû. Pêşmergeyan xwarin û av da malbatan û hin malbat sewqî kampên ku berê ji bo sûriyeyiyan hatibû avakirin kirin.
- "YPGê em parastin"
Dervîş Davut ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku ew duh sibê saet 08.00an de rê ketin û wiha axivî:
"Dema ku me bihîst rêya Sîncar û Zaxoyê ket destê DÎŞIyê, em mecbûr man ku derbasî aliyê Sûriyeyê bibin. YPGê alîkariya me kir ku em bi awayekî ewlekarî derbasî Duhokê bibin. Pêşmergeyan jî ev rê şopand û ji herêmê derket."
Xidir Îsayê ku bi malbata xwe ve ji destê DÎŞIyê xilas bû jî daxuyand ji ber ku di destê pêşmergeyan de çekên giran tunebûn, ew mecbûr man ku vekişîn û wiha got:
"Dema ku pêşmerge vekişiyan em jî mecbûr man ku koç bikin. Me terka mal û halê xwe kir. Her tişt ji nişkê ve bû. Tu planeke me tune. Em nizanin ku em ê çi bikin."
- Pêşmerge mecbûr man ku derbasî Sûriyeyê bibin
Qasî hezar pêşmerge ji ber êrîşên DÎŞIyê derbasî aliyê Sûriyeyê ya ku di bin kontrola YPGyê de ye bûn. Pêşmergeyan daxuyandin ku muhîmmata wan xilas bû û rê ketiye destê DÎŞIyê ew mecbur man ku derbasî Sûriyeyê bûn.