HATAY (AA) - Tirkmenên li Sûriyeyê him dijî rejîmê û him jî dijî DAEşê şer dikin, Eskerên Lîvaya Çiyayê Tirkmenan a ku girêdayî Artêşa Sûriyeya Azade jî ji bo parastina Herêma Bayirbucakê" hewl didin.
Tirkmenên li Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî heta niha bi rejîmê re şer dikin û piştî ku DAEŞ derket holê eniyê ku lê şer dikin zêde bû. Piraniya tirkmenan li Sûriyeyê piştgiriyê didin komên mûxalif û di heman demê de jî di bin banê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) de şer dikin. Lê navçe, bajarok gund û bajarokên ku di destê wan de bûn ji ber şer û pevçûnan yan ketin destê rejîmê û yan jî DAEŞê xist bin kontrola xwe.
Li texma Çiyayê Tirkmenan a ser herêma Bayirbucaka Lazkiyeyê tirkmen niha li bi rejîma Esed re têdikoşin û ew herêmeke stratejîk e jî.
Tirkmenên li vê herêma bi çal û mitik bi navê Lîvaya Çiyayê Tirkmenan avakirin û wek esker him ji bo parastina herêma xwe û him jî ji bo domandina têkoşîna li dijî rejimê li ber xwe didin û dixwazin ku Esed ji text dûrbixin.
- Rizgarkirina Îdlibê
Muxalifên li Sûriyeyê di rojên borî de bajarê Îdlîba li hemberî Hatayê rizgarkirin û ber bi navçeya Cîsreş û Şugurê ve diçin ji ber vê jî şer û pevçûn ên li herêmê zêde bû.
Heke navçeya Cîsreş Şugur bikeve destê muxalifan rêyên ku diçin Lazkiyeyê wê ji bo rejîma Esed bên girtin û ev yek jî ne bi dilê rejîmê ye.
Ji ber vê jî rejîm êrîşên xwe yên li ser herêma Cîsreş Şugur, Çiyayê Tirkmenan û Cebel Ekradê zêde dike û ev jî nîşan dide ku muxalif ji ber berxwedanê nikarin alîkariyê bidin Cîsreş Şugurê jî.
-"Qaleya herî dawîn: Bayirbucak"
Ji destpêka şer heta niha hêzên rejîmê car caran bombeya dibarînin ser herêma Çiyayê Tirkmenan lê bi rizgarkirina Îdlîbê ya ji hêla muxalifan ve rejîmê êrîşên xwe yên li vê derê zêdetir kir.
Dengê gule û topên ku li wê herêmê diteqin jî Yayladaga navçeya Hatayê jî tê bihîstin. Sekreterê Giştî yê Komeleya Tirkmenên Sûriyeyê Ahmed Vezîrê ku li wê derê di nav xebatên alîkariyê de cih digire daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di van rojên dawîn de rejîmê xwest ku bi piştgiriya balafirên şer ve ji bejayê ve operasyonê bibe ser herêmê lê bi ser neket.
Vezîr destnîşan kir ku herêma dawîn a ku niha di destê tirkmenan de maye "Bayirbucak" e û wiha pê de çû: "Heke Çiyayê Tirkmenan ji dest derkeve herêma Cebel Ekradê jî dê ji dest derkeve. Ev jî tê wê meneyê ku Cîsreş Şugur di destê rejimê de dimîne. Heke wisa bibe pir zehmete ku muxalif Lazkiyeya ji bo rejîma Esed weke qaleye bidestbixin."