2015 ж. 22 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 23 қараша
Fermandarê Tûgaya Siltan Evdilhemîd Omer Abdullah ê ku li Bayirbûcaka ser Lazkiyeyê şer dike, bertek nîşanî nûçeyan da wekî ku "Tirkmen Dagi ket' sernav davêjin û wiha got, "Li Tirkmen Dagê, Kizildaga ku girekî stratejîk e nîvekê wê di destê me de ye û nîvê din jî ket destê rejîmê, pevçûn dewam dikin. Tirkmen Dagi neket, bi îzna Xwedê heya ku mucahîd li vêrê bin jî dê nekeve."
Abdullah di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku li hawirdora Kizildag, Derhanne, Firinlik û gundê Zuweykê pevçûn dewam dikin, bi alîkariya asîmanî a rûsan va hemleya bejayê didome û di vê hemleyê de cî û warên sivîlan jî dibin hedefa êrîşan.
Abdullah bal kişand ku ev biqasî mehekê ye li dijî Bayirbûcakê êrîş dewam dikin û wiha got, "Bi bombardûmana asîmanî va êrîş bêtir gurr bûn. Li Tirkmen Dagê, Kizildaga ku girekî stratejîk e nîvekê wê di destê me de ye û nîvê din jî ket destê rejîmê, pevçûn dewam dikin. Tirkmen Dagi neket, bi îzna Xwedê heya ku mucahîd li vêrê bin jî dê nekeve."
Abdullah got ku ew di bin bambardûmaneke pir gurr da ne û wiha dewam kir:
"Digel alîkariya rûsan, rejîm bi piştgiriya hêzên Îranê û Hizbûllaha Lubnanê va êrîşê herêma Bayirbûcakê dike. Xwedê şahid e, ciwanên me ji bo ku bihustek ax nekeve destê dujmin, li eniyan wekî şêran şer dikin. Bombardûmaneke pir gurr heye ku firokeyên ûris bombeyan davêjin, ji keştiyan jî fuzeyan davêjin. Herwisa ji tankan topan davêjin. Bi destpêka hemleya bejayê ev meheke bombardûman gurr e, lê di hefteya dawîn de bêtir zêde bûye. Em neviyên Osmaniyan in, heya dilopa dawîn a xwîna me, tukes nikare vê axê ji me bistîne."