Mehmet Nuri Uçar
08 Tebax 2025•Rojanekirin: 12 Tebax 2025
Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê plana nû ya dagirkirina bajarê Xezeyê ku dikeve bakurê Xeta Xezeyê pesend kir.
Di daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu da hat destnîşankirin ku Kabîneya Ewlekariyê pêşniyaza Serokwezîr ya ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê pesend kir.
Li gorî çavkaniyê xwecihî, artêşa Îsraîlê ji bo bi temamî dagirkirina bajarê Xezeyê yê li Xeta Xezeyê amadekariyê dike.
Li gorî nûçeya malpera nûçeyan Axiosê ya li DYAyê, rayedarekî Îsraîlî destnîşan kir ku êrîşa ku artêş xwe lê amade dike, tenê ji bo bajarê Xezeyê ye, ewê ber bi kampên penaberan yan jî herêmin din va neçe.
Li gorî rayedar heta 7ê Cotmehê hemû sivîl dê ji bajarê Xezeyê bi zorê bên derxistin û ber bi kampên penaberan ên li naverastê û deverên derdorê va bên şandin. Piştî vê yekê, li dijî endamên Hemasê yên mayî yên li bajêr êrîşeke bejayî dê bê destpêkirin û bajar bi tevahî bê dorpêçkirin.