Haydar Şahin
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
WASHINGTON
Barbara Busha xanima George H. W. Bushê serokê 41emîn yê Amerîkayê di 93 saliya xwe da mir.
Jîm McGrathê berdevkê malbata Bush bi daxuyaniya nivîskî xebera mirina Barbara Bushê da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Bush roja sêşemê mir, ew ê agahiyên karûbarên binaxkirinê paşê bidin.
George W. Bushê Serokê 43yan ê Amerîkayê yê kurê Barbara Bushê jî li ser mirina diya xwe daxuyanî da.
George W. Bush di daxuyaniya xwe da wiha got: "Ji ber ku kurê Barbara Bushê me merivekê bi şans im. Malbata me ew ê zehf biriya wê bike. Ji ber ku di vê pêvajoyê da we em bi tenê nehîştin ji we hemûyan ra sipas dikim."
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî bi peyamê serxweşî da malbata Bush û got, "Barbara Busha ku xwe ji bo welêt û ewladên xwe feda kiribû ew ê her tim di bîra me da be."
George H. W. Bush di daxuyaniya xwe ya roja yekşemê da gotibû ku Barbara Busha xanima wî dermankirinê red dike.